Îran zorê dide Bexdayê da Amerîkayê ji Iraqê derxin

20 January 2019 13:55 0 dîtin
Îran zorê dide Bexdayê da Amerîkayê ji Iraqê derxin

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Îran zorê dide ser rêvebirên şî’ayên Bexdayê da biryara derxistina leşkerên Amerîkayê ji meclisê derxin. Wezîrê karên derve û wezîrê kevin yê darayî yê Iraqê Hoşyar Zêbarî di ser hesabê xwe yê medya civakî de; di ser twitterê de ragihand ku Tehran zorê dide ser rêvebirên şî’a yên Iraqê da leşkerên Amerîkayê bi biryara meclisê ji Iraqê derxin.

Zêbarî got ku dê Iraq, di pêvajoya pêşiya me de, dikare bi mijarên siyasî yên ji dil re rû bir û bimîne. Haşdî Şabiyên ku bi ser serokwezîrtiya Iraqê ve ne û hinek partiyên di meclisa Iraqê de ne, bi tundî li dijî hebûna leşkerên Amerîkayê ne.

Di nava Haşdî Şabî de qanada redîkal ya bi navê Qeys El Xezalî û grûbên din yên çekdar tehdîdê dikin û dibêjin eger Bexda dawiyê li hebûna leşkerên Amerîkaye yên li Iraqê neyne, wê dest bi şerê çekdariyê bikin. Fermandarê Tûxayên Bedir ku ew jî di nava Haşdî Şabî de ne, mezinê wan Hadî Amirî dibêje pêdivî bi hebûna leşkerên Amerîkayê nîne.

Partiyên şî’a yên di meclisa Iraqê de, di nava xwe de şêwrê dikin ku hemû peymanên di sala 2014an de yên ku di navbera Amerîka û Bexdayê de hatine kirin bên betalkirin û leşkerên Amerîkayê ji Iraqê bên derxistin.