Li Dêrezorê êrîsa hewayî li ser komên Îran pistgirî dide wan!

30 December 2023 12:08 0 dîtin
Li Dêrezorê êrîsa hewayî li ser komên Îran pistgirî dide wan!

PeyamaKurd – Li parêzgeha Dêrezorê bi balafireke şer êrîşeke asmanî li ser karwanê komên milîs ên bi piştevaniya Îranê yên di nav refên artêşa Sûriyê de pêk hat.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, balafireke şer a bi eslê xwe ne diyar e, bi karwaneke komên ku Îran destekê dide wan, êrîşî 4 xalên navçeya Elbukemal a Dêrezorê kir.

Hate ragihandin ku di encama vê êrîşa hewayî de kuştî û birîndar hene û hin wesayîtên leşkerî jî nekarin bên bikaranîn. Di van demên dawî de li Sûriye û Rojava, bi balafirên bê mirov ên çekdar êrîş li baregehên ku artêşa Amerîkayê li herêma Tenef, navçeya Malikiyê ya nêzî sînorê Iraqê, navçeya Şedadê ya Hesekê û Dêrezorê lê bicih bûne, tên kirin.