Îranê bi fermî ragihand: Em li ser mosekên balistik dixebitin!

11 September 2023 14:30 0 dîtin
Îranê bi fermî ragihand: Em li ser mosekên balistik dixebitin!

PeyamaKurd- Alîkarê Fermandarê Pêngava Lezgîn a Muhafizên Şoreşa Îranê Abbas Nilforuşan diyar kir ku ew li ser moşekên balîstîk ên hîpersonîk ên nifşê nû dixebitin û dê moşekên hîpersonîk ên heyî nûjen bikin.

Li gorî nûçeya ajansa Tasnîm a Îranê, Abbas Nilforuşan, di derbarê amadekariyên çêkirina moşekên nû de hûrgilî parve kirin û got ku 

“Em moşekên balîstîk ên hîpersonîk ên nifşê nû çêdikin. Îro armanca me ew e ku kalîte û şiyanên moşekên xwe zêde bikin; wekî moşeka hîpersonîk a Fettah ku menzîla firîna 2000 kîlometir e.”

Îranê, di sala 2022yan de yekem moşeka balîstîk a hîpersonîk a ku navxweyî hatibû hilberandin çêkiribûn. Fermandarê Hêza Asîmanî ya Muhafizên Şoreşê Amir Hacîzade ev moşeka bi navê Fattah di pêşangeha çekan a hezîrana borî de dabû naskirin.

Li gorî Hacîzade, menzîla moşekê 1400 kîlometran e û ji bo pergalên berevaniya asîmanî yên dijmin, di wê taybetiyê de ye ku hema bibêje nayê girtin.

Her wiha bi vî awayî Îran dikeve rêza çaremîn ku xwediyê çekên hîpersonîk e. Welatên din ên xwedî çekên hîpersonîk jî Rusya, Çîn û Amerîka ne.