Ji bo bi fermî naskirina serhildana Rojhilat û Îranê Zincîreya Mirovî hat ragihandin

30 October 2022 17:20 0 dîtin
Ji bo bi fermî naskirina serhildana Rojhilat û Îranê Zincîreya Mirovî hat ragihandin

PeyamaKurd – Ji bo piştevanî û bi fermî naskirina serhildana xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, li zêdetirî 80 bajarên welatên cîhanê xwepêşandanên bi navê Zincîreya Mirovî wê bêne lidarxistin.

Hat ragihandin ku çalakiyên Zincîreya Mirovî ji welatên New Zealand û Awustralyayê dest pê kirine û wê li zêdetirî 80 bajaran dewam bikin.

Hêjayî gotinê ye, Zincîreya Mirovî piştî banga encumena canjidestdiyên balafira rêwiyan a Ukraynayê, roja Şemiyê ji bo piştevanîkirina li serhildana xelkê Îranê li dijî rejîma Îranê li New Zealand û Awustralyayê hat destpêkirin û biryar e li zêdetirî 80 bajarên cuda yên cîhanê bê lidarxistin.

Di daxuyaniyê de ji welatên rojavayî daxwaz hat kirin ku, danûstandinan digel rejîma Îranê bi dawî bînin û serhildana xelkê Îranê bi fermî nas bikin.

Herwiha ji welatên cîhanê û saziyên navnetewî daxwaz hatiye kirin ku balyoz û nûnerên rejîma Îranê ji welatên xwe derxin û înterneta azad bo xelkê Îranê dabîn bikin.