Îranê bi tohmeta sîxurtiyê pasdarekî nêzîkî Qasim Suleymanî bidarve kir
PeyamaKurd – Dewleta Îranê, pasdarekî nêzîkî Qasim Suleymanî, bi tohmeta sîxurtî ji Amerîka û Îsraîl kiriye bidarve kir.
Dadweriya Îranê ragihand, îro danê sibê kesekî bi navê Mehmûd Mûsevî Mecd, bi tohmeta ji CIA û MOSSADê re sîxurtî kiriye, hat bidarvekirin.
Li gorî agahiyan, ew kesê han pasdar bûye û kesekî nêzîkî fermandeyê berê yê hêza Quds ya pasdarên Îranê Qasim Suleymanî bûye û agahiyên hestiyar li ser Suleymanî dida CIA û MOSSADê!
Fermana mirina wî pasdarê han bihara îsal hatibû dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin