Li Kirmasanê pasdarekî Îranê hate kustin, 2 jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Şabad ê parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, di pevçûneke çekdarî de pasdarekî Îranê hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Li gorî ragihandiya Pêwendiyên Giştî ya Supaya Pasdaran, şeva Sêşemê hejmarek pasdarên Îranê ji bo girtina tohmetbarekî li bajaroka Cîhad a bajarê Şabadê bi rê ketine û rastî êrîşê hatine.
Di encama êrîşa çekdarî de ku pevçûn çêbûye 2 endamên Pasdaran birîndar bûne û pasdar Mehdî Şamelekî jî ji ber dijwariya birînên xwe miriye.
Hêjayê gotinê ye ku roja Yekşema borî jî pasdarekî bi navê Secad Emîrî di şerûpevçûneke digel çekdarên nenaskirî de, li devera Kenarçiya a Kirmaşanê hatibû kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin