Îranê careke din bi mosekên balîstîk êrisî Hewlêrê kir!

16 January 2024 10:31 0 dîtin
Îranê careke din bi mosekên balîstîk êrisî Hewlêrê kir!

PeyamaKurd – Muhafizên Şoreşa Îranê careke din paytext Hewlêr bi moşekên balîstîk hedef girt. Moşek li gelek deveran ketin, di nav wan de Balyozxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê û baregeha hevpeymaniya dijî DAIŞê ya bi serokatiya Amerîka, ku li nêzîkî Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ye.

Paytext Hewlêr bi şev saet di 23:30yan de ji ber teqînên li pey hev hejiya.

Çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin ku bi gelek moşek û balafirên bêbalafirvan êrişî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê û baregeha hevpeymaniyê ya li Balafirgeha Navdewletî kirine.

Çavkaniyên ewlekariyê diyar kirin ku êrîş ji yek alî ve nehatine.

Di dîmenên hatin parvekirin de hat dîtin ku camên xaniyên deverên ku êrîş lê hatiye kirin hejiyane û bi sîstema C-RAM moşek û balafirên bêbalafirevan li hewayê rawestiyane.

Bi êrîşê re li Balyozxaneya Amerîkayê dengê sîrenan hat bihîstin.