Îranê dîsa êrîsî kolberan kir: 2 kolber birîndar bûn!

03 August 2018 11:02 0 dîtin
Îranê dîsa êrîsî kolberan kir: 2 kolber birîndar bûn!

PeyamaKurd- Leşkerên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê li herêma Çaldiranê li kolberên Kurd reşandin. Di encamê de 2 kolber birîndar bûn.

Rêxistina Mafên Mirovan ya li Îranê (Hewgaw) di malpera xwe de ragihand ku leşkerên Îranê li ser tixûbê Kurdistana Bakur û Rojhilat li nêzîkî gundê Emanxanzî êrîşî kolberên Kurd kiriye. Di encama êrîşê de yek jê giran du kolber birîndar bûne. Kolberên birîndar li Tebrîzê rakirine nexweşxaneyan.

Li gorî agahiyan navên kolberên ku hatine birîndarkirin, Behzad Heydranlû û Cafer Delayî Mîlan in.