Iraq | Bi fuzeyê êrîsî karwana hevpeymaniyê kirin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro 1ê Cotmehê karwaneke lojîstîkî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li parêzgeha Babil a Iraqê rastî êrîşeke bi fuzeyan hat.
Çavkaniyeke ewlekariya Iraqê ragihand, "Karwananeke lojîstîkî ya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî rastî êrîşê hat. Di êrîşê de fûzeyek hat bikaranîn. Êrîş li navçeya Elşumul a ser bi wîlayeta Babilê ve pêk hat. Fuze li konteynerê ket lê neteqiya. Lewra çi ziyanên canî pêk nehatin. Ziyana madî jî kêm bû."
Hêjayî gotinê ye, şeva borî jî bi moşekan êrîş bi ser Hewlêrê de hatibû kirin ku moşek li nêzîn balafirxaneya Hewlêrê û bargeha Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ketibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin