Iraq | Hevpeymaniya Fetih: Tenê Barzanî dikare xitimandina siyasî bidawî bîne

15 August 2022 18:23 0 dîtin
Iraq | Hevpeymaniya Fetih: Tenê Barzanî dikare xitimandina siyasî bidawî bîne

PeyamaKurd – Serkirdeyê Hevpeymaniya Fetih a Iraqê Ayd Hilalî, bal kişand ser serdana Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî ku doh 14ê Tebaxê li Hewlêrê bi Serok Mesûd Barzanî re civiyabû û got: “Barzanî ‘kesê tenê ye’ ku dikare dawî li xitimandina proseya siyasî li Iraqê werîne.”

Serkirdeyê Hevpeymaniya Fetih Ayd Hilalî ji rojnamevanên Iraqê re daye xuyakirin: “Destpêşxeriyên Barzanî dikarin dawî li kêşeya ku ev nêzîkî salekê ye ji ber encamên hilbijartinên parlamentoya Iraqê derketiye holê bîne.”

Hilalî destnîşan kiriye: “Barzanî dikare rola navbeynkariyê bilîze ji bo bidawîanîna kêşeyên di navbera aliyên siyasî de, bi taybetî yên navbera Şîeyan û ev jî dibe sedema ku dawî li kêşeya siyasî ya Iraqê were.”

Serkirdeyê Hevpeymaniya Fetîh li ser hevdîtina Serok Barzanî û Hadi Amirî jî gotiye: “Hevdîtina Mesûd Barzanî û Hadî Amirî ji bo hewldanên Serok Barzanî yên ser bidawîkirina xitimandina proseya siyasî ya Iraqê bû.”