Iraq | Ji ber tozbarînê zêdetirî 500 kesan serî li nexwesxaneyan da

02 April 2023 16:08 0 dîtin
Iraq | Ji ber tozbarînê zêdetirî 500 kesan serî li nexwesxaneyan da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Iraqê ji ber tozbarîn û firtoneyê zêdetirî 500 kes çûn nexweşxaneyan.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihandiye ku ji ber tozbarînê ku tengaviya nefesê bi wan re çêbûye 515 kesan serî li nexweşxaneyan daye.

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Iraqê Seyf el-Bedir da xuyakirin, di serî de li Bexdayê li seranserê welêt bi giştî 515 kes ji ber tengaviya nefesê û fetisîna ji tozbarîna bi firtoneyê hatiye, rakirine nexweşxaneyan û destwerdan li wan welatiyan hatiye kirin.

Bedir da zanîn ku piraniya welatiyên çûne nexweşxaneyan vegeriyane malên xwe û ti bûyereke mirinan çênebûye.