Iraq ji Serok Barzanî re: Ji bo çareseriyê alîkariya me bikin

04 July 2024 15:35 0 dîtin
Iraq ji Serok Barzanî re: Ji bo çareseriyê alîkariya me bikin

PeyamaKurd – Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, Serok Mesûd Barzanî ligel Serokê Parlamentoya Iraqê Muhsin Mandelewî civiya.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî, di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê, peywendiyên navbera partiyan û pêşhatên navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Muhsin Mandalawî berpirsatî û rola dîrokî ya Serok Barzanî li Iraqê bilind nirxand û daxwaz ji Serok Barzanî kir ku di çareserkirina pirsgirêkên heyî de alîkar be.

Serok Barzanî herwiha behsa niyeta baş ya aliyan ya ji bo çareseriyê kir û hêvî xwest ku diyalog û lihevkirin bibe bingeha çareseriya pirsgirêkan.

Di civînê de herwiha behsa diyarkirina serokê nû yê parlamentoya Iraqê û pirsgirêkên berdewam ên li bajarên cuda yên Iraqê hat kirin.