Sêx û serokesîrên Ereb xwestin serok Barzanî alîkariya çareseriya arîseyên Iraqê bike
PeyamaKurd – Ji herêma Firat a Navîn şêx û serokên eşîrên Ereb bi serokê Kurdistanê bi Mesûd Barzanî re civiyan. Heyeta ji serokê Ereban pêkhatibû, balê kişandin ser têkiliyên xwe û serokê nemir Mele Mistefa Barzanî yên dîrokî. Ji serok Barzanî xwestin ku di çareserkirina arîşêyên Iraqê de Barzanî rolekî bileyîze û alîkariyê bike. Heyet her weha behsa rola serok Mesûd Barzanî ya di avakirina Iraqa nû de kirin û xebata Barzanî berz nirxandin.
Heyet ragihand ku divê Herêma Kurdistanê bo pêşdeçûn û geşepêdanê weka mînak bê qebûlkirin û sipasiya herêma Kurdistanê kirin ku bi sed hezaran koçber ji bajarên Ereb yên Iraqê xwe li Kurdistanê girtine û lê bûne koçber.
Heyet behsa pirsgirêkên deverên orta û başûrê Firatê bo Barzanî kirin û ji Barzanî xwestin da bo şareseriya pirsgirêkan rolekî girîng bigre ser xwe.
Serok Barzanî razîbûna xwe bo seredana şêx û serokeşîrên Ereb ragihand û got ku Kurd li ser ehda biratiya pêkhateyan dewam dikin û li ser wê bingehê dimeşin.
Barzanî behsa wexta hatina rehemetî Mele Mistefa Barzanî kir ku ji Sowyeta berê di sala 1958 an de dageriyabû Iraqê, çawa xelkê başûrê Iraqê pêşwaziya wî kiribû û alîkariyê dabûnê, kir û her weha behsa ku çawa ew birayên Ereb wexta Kurd ji aliyê rejîma berê de direvandin wan deveran û xelkê wê derê alîkariya wan Kurdan dikir, kir.
Barzanî ragihand ku di pirsgirêkên wan de çi ji destê wî were dê bike û bo alîkariyê amade ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin