Iraq: “Me sozên xwe yên bi Îranê re yên li ser ewlehiya sînor bicîh aniye”
PeyamaKurd – Berdevkê hukumeta Iraqê Basim El-Awadi ragihand ku bi Îranê re ji bo berlêgirtina çûna çekdaran ji axa Iraqê bo axa Îranê, bêçekkirin û rakirina kampên leşkerî peymanê bi Îranê re îmze kiribûn û egerên peymanê bicîh anîne Basim El-Awadi, di ser platforma X de weha got:
“Siyaseta Iraqê xaleka girîng ew e ku nebe terefê ku zerarê dide cîranan. Desthilata Iraqê ji bo sînorê xwe ji êrîşkerî biparêze xwediyê têgiştinêye. Ji ber di sînorên navbera Iraqê û Îranê de ber li çûnûhatina çekdaran bigre tedbîran sitendiye, kesên ku li wan digerin teslîm bikin, çekdaran bê çek bikin û kampên leşkerî rakin peyman îmze kir û Iraq sozên xwe bi cîh anî.”
Ragihandinên Awadî piştî tehdîdên Îranê yên ser partiyên Rojhilata Kurdistanê ku li Başûrê Kurdistanê ne hat kirin
Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Nasir Kenanî îro di civîna çapemeniyê de ragihandibû ku bi hukumeta Bexdayê re peyman çêkirine ku partiyên muxalif yên Îranê ku li herêma Kurdistanê ne, dê wan bê çek bikirina û wan li deverên din bicîh bikirina.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin