Iraq: “Pêvajoya îxracata petrola Kurdistanê temam bû”

22 February 2025 18:36 0 dîtin
Iraq: “Pêvajoya îxracata petrola Kurdistanê temam bû”

PeyamaKurd – Wezareta petrolê ya Iraqê ragihand ku pêvajoya îxracata petrola Herêma Kurdistanê ya di ser Lîmana Ceyhanê de temam bûye.

Di dxwauyaniya wezaretê de hat gotin ku ji rayedarên Herêma Kurdistanê xwestine miqdarê hilberîna petrolê teslîmê Şîrketa SOMOyê ya bazarkirina petrola Iraqê bikin. Hat gotin ku ev ji bo destpêkirina îxracata petrola Iraqê pêwiste.

Petrola Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar varêl û 75 hezar varêl petrola ku ji Kerkûkê diçû Lîmana Ceyhanê di Adara a 2023an de hatibû rawestandin.

Biryar, ji aliyê dadageha tehkîmê ya navdewletî ku li Parîsê ye, di leha hukumeta federal ya Iraqê de hatibû dayîn.