Iraq: Piraniya koçberên li ser sînorê Belarûs û Polandayê asê mane ji Herêma Kurdistanê ne
PeyamaKurd – Şêwirmendê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê diyar kiriye, piraniya wan koçberên li ser sînorê Belarûs û Polandayê asê mane, welatiyên Herêma Kurdistanê ne.
Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Kerîm Nûrî, derbarê krîza koçberan a li ser sînorê Belarûs û Polandayê axiviye û daye zanîn, heta niha hejmara rasteqîne ya koçberan li ber destê wan nîne û diyar kir ku beşek ji koçberan dikarin ji sînor derbas bibin, lê beşek ji wan vedigerin.
Bi gotina Nûrî, tevahiya koçberên li ser sînorê Belarûs-Polandayê niha di nava daristanan de kom bûne û diyar kiriye, ew pêşbînî dikin hejmara koçberan ji 3 heta 4 hezar kesan be.
Şêwirmendê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê amaje bi wê yekê dike, ku zêdetirî %80 ji koçberên ku li ser sînorên di navbera Belarûs, Lîtwanya û Polandayê de asê mane, welatiyên Herêma Kurdistanê ne û beşeke din jî ji Sûrî ne, lê bi navê Iraqiyan xwe gihandine wan navçeyan.
Wî rayedarê Hikûmeta Iraqê destnîşan kiriye, rewşa wan koçberan “gelekî xerab e”, keşûhewa gelekî sar bûye û piraniya wan jî nexweş ketine û rastî reftareke xerab ji aliyên pasevanên sînorî tên û bi tu awayî rê nadin ku ew derbasî nav sînorên Yekîtiya Ewropayê bibin.
Kerîm Nûrî diyar kiriye: “Şerekî sar û pirsgirêkek kûr di navbera Belarûs û Yekîtiya Ewropayê de heye. Belarûs karta koçberan bikar tîne ji bo ku givaşê li Yekîtiya Ewropayê bike. Welatên Yekîtiya Ewropayê jî bi hemû awayî rê li çûna pêla nû ya koçberan digirin û wek gef bi nav dikin; lewra sînorên xwe gelek qahîm kirine û gefan li Belarûsê dixwin. Polanda naxwaze li gel Yekîtiya Ewropayê tûşî pirsgirêkan bibe, lewra sînorê xwe girtiye û rê bi derbasbûna tu kesî nade.”
Li aliyekî din, Balyozê Iraqê yê li Rûsyayê daye zanîn, her kesek ji koçberan eger dixwaze bi îradeya xwe vegere Iraqê û Herêma Kurdistanê, ew ê navên wan tomar bikin û wan vegerînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin