Iraq | 'Pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê tenê bi danûstandinê û rêya destûrê çareser dibin'
PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Iraqê Ehmed Telal got ku rêya çareserkirina arîşeyên navbera Bexda û Hewlêrê destûra Iraqê ye û diyar kir, hevdîtinên wan ligel rêveberiya Kurdistanê berdewam dikin.
Telal di daxuyaniyeke rojnamevanî de li ser danûstandinên berdewam ên Hewlêr-Bexdayê got, “Ji bo çareserkirina hemû arîşeyan hevdîtin berdewam dikin. Pêngava herî girîng jî bi bingehgirtina destûrê çareserkirina pirsgirêkan e.”
Berdevkê Hikûmeta Iraqê da zanîn ku ji bilî danûstandinan ti bijardeyeke wan a din tune ye û got, “Hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî di wê baweriyê de ne ku pirsgirêk bi danûstandinê têne çareserkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin