Iraq û Erebistana Siûdî peymana "eskerî" îmze kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di navbera Iraq û Erebîstana Siûdî de peymaneke leşkerî hat îmzekirin ku di nav wan de dewreyên leşkerî û perwerdeyê jî hene.
Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Iraqê de, Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Sabit Abbas di çarçoveya hemahengiya navçeyî ya Iraqê ligel welatên cîran de, ligel şandeke pilebilind civiya. Hat diyarkirin ku ew bi serdaneke fermî çûye Erebîstana Siûdî û bi Wezîrê Parastinê yê Erebîstana Siûdî Xalid bin Selman El Siûd re hevdîtin pêk aniye.
Hat zanîn ku di hevdîtinê de li ser gelek mijaran bi taybetî pêwendiyên dualî yên di navbera her du aliyan, guhertin û pêşhatên heyî yên li herêmê û rewşa ewlekariya herêmê de nêrînên xwe hatin gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de ku mekanîzma perwerdeya hevbeş a di navbera hêzên Iraqî û Siûdiyê de hat nirxandin, tekezî li ser giringiya hewlên aramkirina rewşa Rojhilata Navîn hat kirin.
Têkildarî peymana parastinê ya ku di navbera her du welatan de hatiye îmzekirin hat gotin, "Di rêkeftinê de ji bilî perwerdeya leşkerî ya hevbeş di navbera her du artêşan de, biryar hat dayîn ku leşkerên Iraqî yên birîndar jî ji bo dermankirinê bişînin Erebistana Siûdî."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin