Iraq | Yek ji jê berpirsê ewlehiyê, 2 terorîstên DAISê hatin kustin

08 May 2020 16:42 0 dîtin
Iraq | Yek ji jê berpirsê ewlehiyê, 2 terorîstên DAISê hatin kustin

PeyamaKurd - Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê, ragihand ku 2 terorîstên DAIŞê di operasyonekê de hatin kuştin, yek ji wan berpirsê xalên ewlehiyê yên li rêzeçiyayên Şêx Îbrahîm e. 

Şaneyê ragihandina operasyonên hêzên Iraqê îro 8ê Gulanê ragihand, operasyonek li rêzeçiyayên Etşana yê Mûsilê hatiye encamdan û di operasyonê de, endamekî hêzên ewlehiyê jî birîndar bûye ku 2 terorîst hatine kuştin û yek ji wan berpirsê xalên ewlehiyê yên rêzeçiyayên Şêx Îbrahîm e.

Ji 28ê Nîsanê ve ji ber zêdebûna liv û tevgera DAIŞê û êrîşên wan li ser hêzên Iraqî, operasyonek ji aliyê hêzên iraqî ve ji bo paqijkirina DAIŞê ji ser sînorên Sûriye-Iraqê hatiye destpêkirin.