Iraqê di mehekê de dahateke rekor ji petrolê bi dest xist...
PeyamaKurd – Wezarneta Petrolê ya Iraqê ragihand ku di nav meha Cotmeha 2023yan de, zêdetirî 9 milyar dolar dahata petrolê hatiye bidestxistin.
Di daxuyaniya wezaretê de hatiye diyarkirin, li gor daneyên Kompaniya Petrolê ya dewleta Iraqê SOMOyê di meha borî de, 109 milyon û 545 hezar û 589 bermîl petrol bo derve hatiye hinardekirin û 9 milyar û 669 milyon dolar jî dahata wê hatiye bidestxistin.
Hate eşkerekirin ku bermîla petrolê jî bi giştî 88,26 dolaran di meha Cotmehê de de hatiye firotin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin