Iraqê li Sûriyê li ISIDê xist: Herî kêm 30 kustî

01 January 2019 23:22 0 dîtin
Iraqê li Sûriyê li ISIDê xist: Herî kêm 30 kustî

PeyamaKurd- Balafirên hêzên hewayî yên Iraqê li Sûriyê li çeperên İŞİDê xistin û herî kêm 30 kes hatin kuştin. Li gor ragihandina fermandariya operasyonên hevpar yên Iraqê, balafirên şer li bajarê Dêrezorê li navçeya Hacînê li gundê Sûse li hedefên İŞİDê xistin.

Hêzên HSDê berê Hacînê xistibû destê xwe û operasyonên li dijî İŞİD ê dewam dikin.