Iraqê û Erebistana Siûdî li ser ewlehiyê li hev kirin
PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Iraqê Ebdulemîr Şîmerî û Wezîrê Navxwe yê Erebistana Siûdî Ebdulezîz Bin Siûd li ser asayişa navbera her du welatan rêkeftineke lihevkirinê îmze kirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, Wezîrê Karên Hundir Şimerî di çarçoveya serdana xwe ya fermî de çûye Erebîstana Siûdî û bi Wezîrê Karên Hundir ê Erebîstana Siûdî Ebdulezîz Bin Siûd re hevdîtin pêk aniye.
Di çarçoveya hevdîtinê de hat destnîşankirin ku Şimerî û Ebdulezîz Bin Siûd li ser ewlehiyê peymaneke lihevkirinê îmze kirin.
Hat ragihandin, lihevtêgihiştinê her cure hevkariyên ewlekarî, pevguhertina nêrînên hevbeş û aktîvkirina hewlên hevbeş ên ewlekarî yên ji bo dabînkirina ewlekariya zêdetir li Iraq û Erebistana Siûdî dihewîne.
Ji sala 1983an û vir ve cara yekem di navbera Iraq û Erebîstana Siûdî de peymanek li ser ewlehiyê hate îmzekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin