Iraqê wergirtina 13 hezar DAISiyên girtî red kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji rêveberiya Iraqê daxwaz kirine ku 13 hezar terorîstên DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê girtî ne werbigire û rêveberiya Iraqê jî ew daxwaz red kiriye.
Li gorî nûçeya Russia Todayê ku dispêre çavkaniyên siyasî yên Iraqê, demek berê welatên YEyê ji rêveberiya Iraqê xwestine, 13 hezar DAIŞiyên girtî werbigire û wan li Iraqê dadgeh bike.
Rayedarên Iraqê bi sedema ku ew ne hemwelatiyên Iraqê ne û li Iraqê tevî tawanan nebûne red kiriye wan werbigire.
Serokê Amerîka Donald Trump, piştî êrîşên Tirkiyê yên ser Rojava ragihandibû ku 2 girtîyên xeternak ên DAIŞÊ bo Iraqê hatine veguhestin.
Trump, ji welatên ewropî jî dixwaze girtîyên DAIŞê yên hemwelatiyên xwe werbigirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin