Serokomarê Iraqê: 12 hezar girtî hatin berdan
PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd ragihand ku wan gelek gilî ji xizmên girtiyan wergirtine û komîteyek yasayî ji bo wê hatiye ava kirin. Reşîd eşkere kir ku 12 hezar girtî hatine serbest berdan.
Li gorî daxuyaniya Serokomariya Iraqê, Letîf Reşîd ragihandiye, ji bo serbest berdana xizmên girtiyan Serokatiyê gelek gilî ji xizmên girtiyan wergirtine, ji ber wê jî Serokatiyê weke bi erka xwe komîteyek bi beşdariya Encûmena Bilind a Dadwerî, Wezaretên Dadê û Navxweyî ava kiriye û di wê çarçoveyê de 12 hezar girtî ku cezayê xwe qedandine yan jî bê sûc bûne, hatine serbest berdan.
Serokomarê Iraqê herwiha gotiye, wan çend projeyasayên weke projeyasaya dabeşkirina zeviyên niştecêbûnê, projeyasaya Encûmena Îtihadê, projeyasaya vegerandina dahatên gendeliyê û herwiha çend projeyasa ji bo betalkirina biryarên Konseya Şoreşê ya Bilind a dema Rejîma Beisê pêşkêşî Serokatiya Parlementoyê kirine.
Herwiha Reşîd daye zanîn, ew dê li ser hewlên çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê jî berdewam bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin