Îro bi fermî Konsulxaneya Qeterê ya Hewlêrê tê vekirin

26 May 2024 13:13 0 dîtin
Îro bi fermî Konsulxaneya Qeterê ya Hewlêrê tê vekirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 26ê Gulanê roja Yekşemê li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, konsulxaneya giştî ya Qeterê bi fermî tê vekirin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, îro li demjimêr 18:00ê bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê tê vekirin.

Hate zanîn ku Husên bin Elî El-Fezalah weke Konsulê Giştî yê Qeterê li Hewlêrê hatiye destnîşankirin. Roja Înê 24ê Gulanê jî, şandeke pilebilind a Wezareta Derve ya Qeterê bi serokatiya Sekreterê Giştî yê Wezaretê Ehmed Hesen ji bo vekirina konsulxaneya xwe ya Hewlêrê, gihîştiye Herêma Kurdistanê û roja Şemiyê jî bi Serok Barzanî re civiyabû.

Bi vekirina konsulxaneya Qeterê re, wê pêwendiyên navbera Hewlêr û Dohayê di warên aborî, bazirganî, siyasî, geştiyarî û dîplomasiyê de derbasî asteke baştir û girîngtir bibin.