Îro jî bi dehan donim genimê Kurdan hatin sewitandin
PeyamaKurd – Tevî hemû bertek û reaksiyonan û hewldanên rêveberiya Herêma Kurdistanê jî hîn şewitandina zeviyên cotkarên Kurd li deverên derveyî îdareya Kurdistanê berdewam dike û ti çareseriyek jê re nehatiye dîtin.
Hat ragihandin ku îro berê sibehê li du cihên cuda agir berdan zeviyên cotkarên Kurd ên li sînorê bajaroka Daqûqê ya Kerkûkê.
Li gor çavkaniyên medyayî yên herêma Kurdistanê îro beyaniyê li gundê Mensûr li komelgeha Hefttexar agir berdan dexl û genimên cotkarên Kurd û bi dehan donimên zevîyên çandî yên genim hatin şewitandin.
Hat zanîn, li gundê Topzawe ya Kakeyîyan ku dikeve başûrê Kerkûkê û girêdayî bajarokê Daqûqê ve ye jî agir berdane zeviyên cotkarên Kurd ku dîsa bi dehan donim erd şewitî ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin