Li Kerkûkê bi dehan xaniyên kurdan hatin wêrankirin

17 May 2019 13:14 0 dîtin
Li Kerkûkê bi dehan xaniyên kurdan hatin wêrankirin

PeyamaKurd - Hêzên ewlehiyê li bajarê Kerkûkê hejmarek xaniyên kurdan wêran kirin.

Berpirsê bizava mafên kurd li Kerkûkê, Edhem Cuma ji medya Kurdistanê re got, duhî li Kerkûkê hêzên ewlehiyê, bi hinceta ku ne qanûnî hatine çêkirin, çend xaniyên kurdan li taxa Erefe ya bajêr hilweşandin.

Edhem Cuma her wiha got, eger bi rastî dixwazin xanî û avahiyên ne qanûnî nehêlin, bila li seranserî Iraqê vê yekê bikin, çima tenê tên li Kerkûkê û li ser kurdan vê yekê dikin!

Berpirsê bizava mafên kurd anî ziman ku piştî rûdanên 16 Cotmeha 2017an, rêveberiya Kerkûkê ketiye destê hêzên serbazî, ew jî çi bixwazin tînin serê kurdan, ti kes jî dengê xwe nake. Parlementerên kurd yên Kerkûkê jî li hember wê siyasetê ne xwedan helwesteka baş in.

Li gorî agahiyên berdest, ew xaniyên ku li taxa Erefe ya Kerkûkê hatine wêrankirin, derdora 100 xaniyan e. Berê ji xwedanên wan re gotibûn, divê vala bikin lê wan qebûl nekiribûn, ji ber wê jî duhî hatin wêrankirin.