Li Kerkûkê, bi dehan Kurd hatin desteserkirin!

03 September 2023 19:00 0 dîtin
Li Kerkûkê, bi dehan Kurd hatin desteserkirin!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Hêzên Antî-Terorê yên Iraqê, li Kerkûkê ji 40î zêdetir ciwanên Kurd desteser kirin.

Di agahiyên ku hatin ragihandin de hat tomarkirin ku Hêzên ewlehiyê yên Iraqê ku duh hêzeke tund li dijî xwepêşanderan bi kar hanî, îro zêdetirî 40 ciwanên Kurd desteser kirin.

Hat diyarkirin ku babê yek ji wan ciwanên girtî di agahiyên ku parve kirin de got ku ji wan re hatiye ragihandin ku li gorî madeya terorê dê sewqî dadgehê bên kirin.

Her wiha hat ragihandin ku xizmên wan ciwanên Kurd diyar kir ku ew nizanin bê ka ew ciwanên desteserkirî bi ku ve hatine birin û heta niha wan nekariye bi wan re tu pêwendiyekê bikin.