Îro li seranserê cîhanê roj tê girtin
PeyamaKurd – Îro li seranserê cîhanê roj tê girtin. Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbarê wê de hişyarî da hemû hemwelatiyên Herêma Kurdistanê û got, di dema rojgirtinê de li tavê nenêrin.
Li gor zaniyariyên astronotî, wê îro li seranserê cîhanê roj bê girtin û li hin welatên cîhanê ev bûyer wê çend seatan berdewam bike.
Li Kurdistanê jî bi dema Hewlêrê, roj wê di seat 12 û 57 deqîqeyan de bê girtin û heta seat 3yan bi şêwazeke nîveyî berdewam bike.
Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihandiye: “Ji bo parastina çav pêwîst e hemû hemwelatî agahdar bin û di dema roj tê girtin de rasterast li tavê nenêrin û li rênmayiyên vê derbarê de hişyar bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin