Zelenskiy: Pêsî lê neyê girtin, dê Serê 3. ê Cîhanê derkeve

18 January 2023 15:30 0 dîtin
Zelenskiy: Pêsî lê neyê girtin, dê Serê 3. ê Cîhanê derkeve

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy bi rêya bernameyeke televîzyonê, daxuyaniyek da û ragihand ku Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, di vî şerê daye destpêkirin de li rêyeke derketinê digere.

Zelenskiy di bernameya "Porta a porta" ya ku di televizyona dewletê ya Îtalyayê de tê weşandin de pirsên rojnamevan Bruno Vespa bersivandin û şerê navbera Rusya û Ukraynayê nirxand.

Zelenskiy diyar kir ku Putin dizane ku wî di vî şerî de xeletî kiriye û wiha got: "Putin, li rêya derketina ji vî şerî digere û ji ber ku xeletî bû ew ê lê bigere. Vê yekê ji civaka xwe re nabêje. Lê haya wî jê heye ku ev xeletiyek mezin e, ji ber vê yekê dê li çareyekê bigerin. Çekên nukleerî ne çare ye."

Zelenskiy got ku ew ne pêkan nabîne ku piştî Putin rêberek "hişktir" were Kremlînê û got,

Heger em Putin negirin, dê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn çêbibe, ji ber ku dema ew Polonya, welatên Baltikê dagir bike, kes nikare tiştekî bike, lê her kes dê biçe şer. Îtalya, Fransa, Amerîka, Brîtanya, tevî hemû endamên NATOyê jî. Ji bo ku NATO hebûna xwe ya rasteqînî nîşan bide, ew ê neçar bimîne ku biçe şer.”