Zelenskiy: Me ji bo pêsî li êrîseke muhtemel a Rûsyayê li bakur bigirin li Kurskê çalakî pêk anî
PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy got ku wan biryar daye ku êrîşî herêma Kurskê ya Rûsyayê bikin da ku pêşî li êrîşeke muhtemel a Rûsyayê li bakurê welêt bigirin.
Zelenskiy beşdarî rûniştina şerê Ukrayna-Rûsyayê ya li Forûma Ambrosetti bû ku her sal di serê meha Îlonê de li bajarê Cernobbio yê li qeraxa Gola Como ya Îtalyayê tê lidarxistin û geşedanên navneteweyî lê tên nîqaşkirin.
Rêberê Ukraynayê diyar kir ku gelê wî her roj û şev di bin tehdîda bi sedan balafirên bêmirov û moşekan de dijîn û got, "(Serokê Rûsyayê Vladîmîr) Pûtîn ji bo zêdetir zarokan bikuje hewl dide moşekan biavêje. Em hewl didin xwe biparêzin. Bi qasî ku ji destê me tê ew jî hewl didin ku zêdetir moşekan biavêjin da ku zêdetir zarokan bikujin."
Zelenskiy got, "Yekane peywira wî (Pûtîn) tunekirina me ye. Çawa dibe ku diyalogeke bi vî rengî destpê bike? Ew qatil e. Divê Ukrayna ji nuqteyeke xurt nêzî her muzakereyê bibe. Ji ber vê yekê hewcedariya me bi hevalbendan heye. (Serokê Amerîkayê Joe) Biden û yên din. Ez ê ji hevkarên G7 re vebêjim ka em çawa dikarin Pûtîn bînin ser masê û şer bi dawî bikin."
Zelenskiy li ser pirsa rojnamevanan a derbarê êrîşa dijberî ya li dijî herêma Kurskê ya Rûsyayê de got, "Ukraynayê biryar da ku êrîşî herêma Kurskê ya Rûsyayê bike da ku pêşî li êrîşeke muhtemel a Rûsyayê li bakurê welêt bigire."
Zelenskiy diyar kir ku wan ji bo vê êrîşê ji servîsên îstîxbaratê yên welatên hevpeyman ên wekî DYA û Îngilîstanê û ji îstîxbarata xwe ya neteweyî jî alîkarî wergirtine.
Rêberê Ukraynayê bal kişand ser wê yekê ku wan ji bo aştiyê êrîşî Kurskê kiriye û got, "Em şer dixin nava Rûsyayê da ku Vladîmîr Pûtîn zextê hîs bike û aştiyê bixwaze."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin