Îro Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî ye: Kurd hê jî ji mafên xwe bêpar in

21 February 2021 11:28 0 dîtin
Îro Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî ye: Kurd hê jî ji mafên xwe bêpar in

PeyamaKurd - 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ku 17ê Mijdara 1999an ji aliyê dezgeya Neteweyên Yekbûyî UNESCOyê ve hatiye pejirandin, her sal li seranserê cîhanê tê pîrozkirin û zimanên di bin metirsiya tunebûnê de têne bibîrxistin.

Yek ji zimanê ku li cîhanê li hember asîmilasyon û nebûna mafên perwerde û fêrkirinê li ber xwe dide zimanê Kurdî û zaravayên Kurdî ne.

Bi taybet ev roj li Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê ku Kurd ji mafên xwe yên ziman bêpar in xwedî girîngiyekê mezin e û bi çalakî û bernameyên curbecur tê pêşwazîkirin û daxwaza mafên ziman tê kirin.

Li Bakurê Kurdistanê komeleyên ziman, Platforma Zimanê Kurdî, Tora Ziman û Çandê û komeleyên wekî HEZKURDê ketine nav liv û tevgerê û bi kampanya û daxuyaniyên xwe, daxwaza fermîkirina zimanê Kurdî û mafên perwerdehiya kurdî dikin.

Li gorî amarên Netewên Yekbûyî li cîhanê bêhtirî 7 hezar ziman hene û metirsî li ser 500 zimanan heye ku ber bi tunebûnê ve diçin.

Li gorî amarên UNESCO, li cîhanê nêzikî ji sedî 40  ji mafê xwendinê bi zimanê dayikê bê par in.