Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi peyamekê roja cîhanî ya zimanê zikmakî pîroz kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi peyamekê roja cîhanî ya zimanê zikmakî pîroz kir.
Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo îro Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanî 21ê Sibatê, peyamek belav kir û ev roj li gelê Kurdistanê pîroz kir.
Peyama Serokwezîr wiha ye:
Ez bi helkefta roja cîhanî ya zimanê dayikê pîrozbhiyek germ li hemû Kurdistaniyan û hemû gel û pêkhateyên Kurdistanê dikim.
Ziman, nasname û pênaseya her mirov û miletekî ye û beşeka girîng ji kultur û stûneka esasî ya niştimansaziyê ye. Ji ber wê jî parastin û pêşxistina zimanê dayikê erkeka girîng û pêşîn ya malbat, civak û saziyên hikûmetê ye.
Eger zimanê dayikê û bîranîna vê rojê carekî ji bo gelên din yên cîhanê girîng e, ji bo me xelkê Kurdistanê ji bilî şoreş û berevanî û qurbanîdanê, ziman faktoreka girîng a hebûna me ye ji ber wê jî dive em ji her tiştekî zêdetir girîngiyê bidinê.
Her çend li gorî Destûra Iraqê, zimanê Kurdî zimanekî fermî yê Herêma Kurdistanê û Iraqê lê mixabin heta niha li Iraqê û heta niha li Herêma Kurdistanê jî girîngiyeka pêwîst bi zimanê Kurdî nehatiye dayîn. Em dixwazin di vî warî de pêşveçûneka zêdetir bibînin.
Ez bang li dezgehên rewşenbîrî, zanistî û akademîk yên Herêma Kurdistanê dikim ku di vî warî de erkên xwe bi rengekî baştir bicîh bînin û her kêmasî û xemsariyek di warê zimanî û girîngîdana ziman de hebe, çareser bikin. Bo vê jî hikûmeta Kurdistanê amade ye di vî warî de her cure alîkariyekî bike. Bêguman li kêleka zimanê kurdî divê bi rengekî hêja girîngî bi zimanê wan pêkhateyên etnîkî jî bê dayî ku beşek in ji gelê Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin