Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi peyamekê pîrozbahî li Tîma Iraqê kir

20 January 2023 10:39 0 dîtin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi peyamekê pîrozbahî li Tîma Iraqê kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo bidestxistina Kupaya Şampiyoniya Kendavê, bi peyamekê pîrozbahî li Tîma Iraqê û cemawera Iraqî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî do twîtekê ji bo bidestxistina Kupaya Şampiyoniya Kendav 25 belav kir û pîrozbahî arasteyî Tîma Iraqê û cemawera Iraqê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn: “Hêviya serkeftinê ji bo karwanê werzişê ji Iraqê re dixwazim.”

Do bi şev 19ê Çileya 2023an, li Yarîgeha Besrayê ya Navdewletî, Tîma Iraqê di lîstika dawî ya Kupaya Kendav 25ê de, bi encama 3 gol li hember 2 golên Tîma Umanê bi ser ket û cara çarem di dîrokê de bû şampiyona Kupaya Kendavê.