Îro salvegera qetilkirina gorbihûst Seîd Elçî ye

01 June 2019 16:55 0 dîtin
Îro salvegera qetilkirina gorbihûst Seîd Elçî ye

PeyamaKurd – Îro 1ê Hezîranê salvegera şehîdkirina Damezirîner û Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana – Bakur (PDK-BAKUR) Seîd Elçî ye.

Partiya Demokrat a Kurdistana – Bakur bi navê (PDK-T) di 11ê Tîrmeha 1965an de li Amedê hat damezirandin. Seîd Elçî bû Sekreterê Giştî yê PDK-Bakur.

Di damezirandina PDK-Bakur de van kesayetên kurd cî digirt: Şehîd Seîd Elçî (Sait Elçi), Gorbihuşt Şerafettin Elçî, Omer Turan, Derwêşe Sado (Dervîş Akgul) û Şakir Epozdemir.

Bi pêşengiya Sekreterê Şêx Seîd Efendî Fehmî Bilalê Liceyî PDK-T hatibû damezrandin.

Hê di destpêka damezirandina partiyê de hêzên ewlekariyê êriş anîn ser partiyê û Serokê Giştî yê partiyê parêzer Faik Bucak qetil kirin û paşê Seîd Elçî dubare bu rêberê partiyê.

Tevî vê yekê jî partiyê li bajar û bajarokê Bakurê Kurdistanê yên wekî Amed, Farqîn, Sason, Bedlîs, Lîcê, Sêrt, Tetwan, Mûş, Wan, Cizîr Nisêbîn û Qoserê nûnertî vekirin. Herweha li Enqerê û Ewropayê nûnertî danîn.

Di 1ê hezîrana 1971ê de Sekreterê Giştî Seîd Elçî tevî Mihemedê Begê xistin kemînê û bi suîqesdeke siyasî hat qetilkirin. Ev mezintirîn duyemîn derbe bû li dijî partiya serxwebûnxwaz a di xeta Rêbaza Barzanî û PDKê de siyaset dikir.

Em wekî malbata PeyamaKurd Sekreterê Giştî yê PDK-Bakur, Şehîd Seîd Elçî bi giramî bibîr tînin. Cihê wî bihûşta baqî be. Serê malbata wî û gelê Kurd û Kurdistanê sax be.