Îsraîlê biryarê da ku heyeta muzakereyan bisîne da bi Hamasê re hevdîtin bike

04 July 2024 22:59 0 dîtin
Îsraîlê biryarê da ku heyeta muzakereyan bisîne da bi Hamasê re hevdîtin bike

PeyamaKurd – Hamasê teklîfa xwe ya dawiyê ya agirbesê ji bo Îsraîlê şand. Piştî Îsraîlê teklîfê sitend, biryarê da ku heyetekî xwe bişîne da bi Hamasê re hevdîtin bike. Kesê ku ji terefê Îsraîlê wê muzakereyan bike, nav nedaye û gotiye ku dibe peyman bê bicîhanîn. Gotina muzakerekarê Îsraîlê wehaye:

“Peymanekî heye ku şansê wê heye bicîh were. Ji bo dîlên ku li Xezzayê tên girtin, ji bo serbest berdana wan, dibe bi Hamasê re mirov li hev bike. Teklîfa ji aliyê Hamasê de hatiye kirin pêngavekî girîng tê de heye. Dikare bike ku muzakere pêşde herin. Ji dil jî peymanekî bi şanse. Her çendîn xal hêsan nebin jî divê mirov peymanê piştguh neke.”

Rêvebirekî dinê yê Îsraîlê ragihandiye ku wê serokatiya heyeta Îsraîlê seokê MOSSADê David Barnea bike.