Îsraîl di nav 24 seetan de 300 êrîsên hewayî bir ser Hîzbûllahê
PeyamaKurd – Wezareta hawirdoriyê ya Lubnanê ragihand ku Îsraîlê ji 8ê Cotmehê heya niha 13.522 êrîş biriye ser Lubnanê, di êrîşan de 3.516 kes mirine, 14.929 kes birîndar bûne û 187.992 hezar kes li navendên hewandinê bicîh bûne.
Li gor xebera ajansa Lubnanê ya NNAê; rêjeyên li jorê hatine ragihandin û rapora dawiyê ya wezaretê ye.
Li gor raporê; Îsraîlê di nav 24 seetan de 300 êrîş biriye ser Lubnanê û piraniya êrîşan li ser başûrê Lubnanê hatine kirin.
Heya niha ji Lubnanê 610.883 kes derbasî Sûriyê bûne. %70 araziyên çandiniyê ji êrîşan bandorê girtiye, 65 hezar darên zeytûnan îmha bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin