Îsraîl diçe hilbijartinan: Dibe ku Netanyahu bi ser bikeve

30 October 2022 22:00 0 dîtin
Îsraîl diçe hilbijartinan: Dibe ku Netanyahu bi ser bikeve

PeyamaKurd- Li ser hilbijartinên pêşwext ên Îsraîlê ku dê di destpêka mijdarê de bên kirin, rikeberiya navbera rastgir, çepgir û Ereban berdewam dike. Li gorî rapirsiyên ku li ser hilbijartinan tên kirin, dibe ku Binyamîn Netanyahu bi ser bikeve.

Li Îsraîlê, dê di 1ê Mijdarê de ango roja yekem a meha nû de hilbijartinên giştî bên kirin û li gorî rapirsiyên ku beriya hilbijartinan hatine kirin, kesên ku dixwazin Serokwezîrê Berê yê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu were hilbijartin û yên ku naxwazin, bûne du alî.

Hat diyarkirin ku partiyên nêzîkî rastgiran piştgiriya Netanyahu dikin û yên ku xwe wekî “Bloka Guherînê” pênase dikin jî ji partiyên rastgir, çepgir, navend û Ereban pêk tê.

Li gorî rapirsiyên ku tên kirin, bloka Netanyahu dê “59 an 60” kursiyan bi dest bixe û dê bloka opozîsyonê jî “56 an 57 kursiyan bi dest bixe. Hat diyarkirin ku ji ber vê ferqa biçûk a navbera herdu blokan, bang li xelkê tê kirin ku roja sêşemê biçin ser sindoqan.

 Her wiha hat diyarkirin ku bloka Netanyahu di nav weadên xwe de pêkanîna hikûmeteke ‘rastgir’ pêşkêş dike û bloka opozîsyonê jî di nav wedaên xwe de pêkanîna hikûmeteke ji rastgirên radîkal saîkirî û hikûmeteke ‘lîberal’ pêşkêş dike.