Îsraîl dîmen belav kir: Di destê Hamasê de ji 500 hezar lîtreyî zêdetir petrol heye

25 October 2023 00:30 0 dîtin
Îsraîl dîmen belav kir: Di destê Hamasê de ji 500 hezar lîtreyî zêdetir petrol heye

PeyamaKurd –Tevî di asta navdewletî de li ser Îsraîlê zor û zext hene jî, Îsraîl qebûl nake ku petrol derbasî Xezzayê bibe. Îro Îsraîlê bi dîmen belav kir ku Hamas xwedanê 500 hezar lître mazot û benzîne û depoyên wan tije ne. Wezareta bergiriyê ya Îsraîlê got:

“Van depoyên petrolê di nav Xezzayê de ne. Di wan de ji 500 hezarî zêdetir benzîn û mazot heye. Ji Hamasê bipirsin bê hun dikarin hinek jê bibin an na!”