Îsraîl: Em bernameya nukleerî ya ligel wî welatî, erênî dibînin
PeyamaKurd- Rayedarekî payebilind ê Îsraîlî ragihand ku ew ne li dijî pêkanîna bernameya nukleerî ya sivîl a di çarçoveya asayîkirina têkiliyên bi Erebîstana Siûdî re ne.
Rayedarê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji rojnameya Haaretz a Îsraîlê re axivî û li ser asayîkirina têkiliyên Îsraîl û Erebîstana Siûdî ya bi navbeynkariya Amerîkayê, daxuyaniyek da û ev agahî dan:
"Wezîrê Karûbarên Stratejîk ên Îsraîlê Ron Dermer, li Amerîkayê got ku ew ne li dijî wê yekê ne ku Erebîstana Siûdî bernameya nukleerî bi mebestên sivîl pêk bîne. Heger Erebîstana Siûdî tiştê ku ji Washingtonê dixwaze bi dest nexe, dê bere xwe bide Çîn û Fransayê.”
Di nûçeyê de de hat bibîrxistin ku Dermer ê ku yek ji kesên herî nêzî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ye, di 17ê Tebaxê de ji bo hevdîtinên di asta bilind de li ser hewildanên navbeynkariyê yên Amerîkayê ya bi Erebîstana Siûdî re bike, serdana Washingtonê kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin