Îsraîl: Em ê li beranberî azadkirina 40 revandiyên welatê xwe çar rojên din agirbestê dirêj bikin

27 November 2023 12:25 0 dîtin
Îsraîl: Em ê li beranberî azadkirina 40 revandiyên welatê xwe çar rojên din agirbestê dirêj bikin

PeyamaKurd – Israîl daxwaz dike ku li beranberî azadkirina 40 revandiyên welatê xwe, çar rojên din agirbestê dirêj bike.

Rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkayê diyar kir, danûstandin ji bo azadkirina 40 welatiyên Israîlî berdewam in.

Hat ragihandin, biryar e di çend seetên bê de hejmareke din a revandiyan ji aliyê Hamasê ve bê azadkirin, li beranberî wê yekê Israîl jî wê hejmareke din a girtiyên Filistînî azad bike.

Hat zanîn, li gor wê lîsta ku Israîlê pêşkêş kiriye, di qonaxa sêyem de welatiyên Amerîkayî wê di nav azadkiriyan de bin.

Weke tê zanîn, agirbesta navbera Hamas û Israîlê ya çar rojî di 24ê Mijdara 2023ê destpê kir û azadkirina revandiyên Israîlî û zindaniyên Filistînî berdewam e.

Wezareta Derve ya Qeterê di ragehandinekê de eşkere kir, bi hevparî bi Misir û Amerîkayê re di navbeynkariyê de ji bo ragehandina agirbesta mirovî di navbera Israîl û Hamasê de û lihevguhertina hejmareke êxisîr û revandiyan serkeftî bûn.