Îsraîl: Emê Sûriyê ji Îranê re bikin Vîetnam
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Naftalî Bennett di axaftineke xwe de li ser hebûna Îranê ya li Libya û Sûriyê daxuyanî dan.
Li gorî rojnameya Times of Israelê li Sînagokeke Tel Ewîwê axivî û li ser êrîşên Îsraîlê yên li Sûriyê bi ser binkeyên Îranê de got, 23 îranî hatine kuştin û soz da ku ew dê Sûriyê ji bo Îranê bikin Vîetnam.
Wezîrê Îsraîlî herwiha destnîşan kir ku ew dê êrîşên dijî binkeyên Îranê li Sûriyê berdewam bikin û armanca wan ew e ku di nav salekê de Îranê ji nav erda Sûriyê derxin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin