Îsraîlê gefa Sûriyê li Îranê xwar: Emê bikin Vîetman!..
PeyamaKurd - Îsraîlê li ser hebûna hêzên Îranê li Sûriyê, gef li Îranê xwar û ew dê Sûriyê bikin wekî Vîetnamê.
Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Naftali Bennett got ku ew ê nehêlin Îran ti hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê mayînde bike û wiha pê de çû:
“Eger hûn ji Sûriyê dernekevin, em ê Sûriyê bikin weke Vîetnamê. Îran ku dixwaze welatê me dorpêç bike, xwe li Libnanê bi cih kir û niha jî dixwaze xwe li Sûriye, Xeza û deverên din bi cih bike. Divê aniha em ji redkirinê derbasî qonaxa êrîşê bibin.”
Bennett diyar kir ku ew ê hêzên Îranê ji Sûriyê derxin û ti mafê wan li ser sînorê Îsraîlê tune ye.
Herwiha beriya vê daxuyaniyê jî wezîrê derve û istixbarata Îsraîlê ragihandibû ku ew ê nehêlin Îran çekên nuklerî bi dest bixe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin