Îsraîl: Heger Biden jî bê hilbijartin wê peymanên astiyê berdewam bikin

19 October 2020 21:01 0 dîtin
Îsraîl: Heger Biden jî bê hilbijartin wê peymanên astiyê berdewam bikin

PeyamaKurd - Wezîrê Îstixbarata Îsraîlê Elî Cohen bal kişand ser hilbijartinên seroktiyê yên Amerîkayê û got, heger Joe Biden jî wek serokê Amerîkayê bê hilbijartin, wê peymanên aştiyê yên bi welatên Kendava Erebî re berdewam bikin.

Elî Cohen bibîr xist, dibe ku Sûdan biryara peymana bi Îsraîlê re bide û da zanîn, dibe gelek dewletên din ên herêmê jî peymanên wiha bi Îsraîlê re îmze bikin.

Cohen di axaftineke xwe ya radyoyê de gotiye, ew bi hêvî ne ku dewletên din ên bakurê Afrîkayê û Kendavê peymanên wiha bi wan re îmze bikin û gotiye: “Ew welat dizanin ku dijminê wan Îran e, ne Îsraîl e. Peymanên bi Îsraîlê re dê derfetên wan ên aboriyê baş bikin.”

Hêjayî gotinê ye, Welîehd Prensê Erebistana Siûdiyê Mihemed Bin Selman jî ragihandiye ku Îsraîl û Siûdî xwedî berjewendiyên hevbeş in û dijminê wan jî yek e ew jî Îran e.