Biden: Ez siyonîst im, heger Îsraîl tunebûya wê li dinyayê cihûyek jî ne di ewlehiyê de bûya

28 February 2024 09:28 0 dîtin
Biden: Ez siyonîst im, heger Îsraîl tunebûya wê li dinyayê cihûyek jî ne di ewlehiyê de bûya
PeyamaKurd – Serokê DYAyê Joe Biden got, "Ji bo ku hûn bibin sîyonîst ne hewce ye hûn cihû bin. Ez siyonîst im, heger Îsraîl tunebûya wê li dinyayê cihûyek jî ne di ewlehiyê de bûya."

Biden derbarê hevdîtinên agirbesta li Xezeya Filistînê de daxuyanî da.

Biden beşdarî bernameya "Late Night With Seth Meyers" ku li televîzyona NBC hat weşandin, pirsa agirbestê wiha bersivand: "Rêyek li pêşiya me heye, lê rêyek dijwar e."

Biden derbarê rewşa rehîneyan de jî got, "Berî her tiştî divê dîl bên berdan." Biden got ku wan bi alîyê Îsraîlî re li hev kirine ku "di meha Remezanê de kiryarên xwe rawestînin" da ku hemû dîl bên berdan.

Wî herwiha destnîşan kir ku divê Îsraîl firsendê bi kar bîne û ji bo xwe û Filistîniyan aşitiyê pêk bîne û wiha got: "Ji bo ku hûn bibin sîyonîst ne hewce ye hûn cihû bin. Ez siyonîst im, heger Îsraîl tunebûya wê li dinyayê cihûyek jî ne di ewlehiyê de bûya."