Îsraîl li dijî Îranê operasyonên sîberî jî dinirxîne

14 April 2024 23:55 0 dîtin
Îsraîl li dijî Îranê operasyonên sîberî jî dinirxîne

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz di hevpeyvîna bi Radyoya Artêşa Îsraîlê re got ku welatê wî bi baldarî gavên ku wê piştî hêrişa Îranê bavêje dinirxîne.

Katz got, “Me ev got: Eger Îran êrîşî Îsraîlê bike, em êrîşî Îranê dikin. "Ev soz hîn jî derbasdar e," wî got. Katz her wiha got, mijara bersiveke muhtemel dê di çarçoveya guncaw de di bin serokatiya serokwezîr Benjamin Netanyahu de were gotûbêjkirin.

Katz anî ziman ku ew di wê baweriyê de ne ku wê biryarên guncav û rast bên dayîn.

Çapemeniya Îsraîl li ser zarê jêderên siyasî û ewlehiyê ragehand ku wê hikûmeta Îsraîlê îşev bicive û ji bo bersivdana hêrişa Îranê çend bijardeyan gotûbêj bike.

Operasyonên sîber

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Cîhanî ya Erebî (AWP), jêderan diyar kirine ku ne diyar e gelo wê Îsraîl bersiveke leşkerî ya rasterast bide ya na? Lê belê çend vebijêrkên Îsraîlê hene û di nav van vebijêrkan de egera operasyonên sîber ên cihê jî hene.

Şeva borî Îranê bi mûşekan û firokeyên bê firokevan êrîş bir ser Îsraîlê wek bersiva êrîşa ser konsulxaneya Îranê ya li Şamê ku di encamê de fermandarên Îranê hatin kuştin. Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di daxuyaniya xwe ya îro da hişyarî da û got: "Li hemberî macerayên nû yên siyonîstan dê bersiveke xurt û bibiryartir bê dayîn."