Îsraîl li Sûriyê li bajarê Palmyrayê xist: 36 mirî

21 November 2024 00:11 0 dîtin
Îsraîl li Sûriyê li bajarê Palmyrayê xist: 36 mirî

PeyamaKurd – Çapemeniya Sûriyê ragihand ku balafirên şer yên Îsraîlê bi fuzeyên seyrê li der û dora bajarê Sûriyê yê bi navê Palmyrayê xistine û di encamê de 36 kes mirine û ji 50 zêdetir kes birîndar bûne.

Li gor çapemeniya Sûriyê; ciyên ku bûne hedefa balafirên Îsraîlê, li nav bajêr, taxa sanayiye.

Îsraîl ji sala 2011an heya niha gelek caran li deverên Sûriyê dixe û nahêle ku grûbên Îrane nêzî sînorê Îsraîlê xwe bicîh bikin an hilberîna çekan li hemberê Îsraîlê bikarbînin.