Îsraîl: Me li Lubnanê hedefeke Hîzbullahê xist

14 October 2023 12:46 0 dîtin
Îsraîl: Me li Lubnanê hedefeke Hîzbullahê xist

PeyamaKurd – Îsraîlê diyar kir, li başûrê Lubnanê hedefeke Hîzbullahê hatiye xistin.

Li gor nûçeya ku rojnameya Yedioth Ahronoth ji berdevkê artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî belav kiriye, artêşa Îsraîlê li hember balafireke bê mirov a ku hewl da bikeve hundirê welêt, hedefeke Hîzbullahê xist.

Herwiha artêşê êrîşek li dijî balafireke bêmirov a Îsraîlê jî bêbandor kir.

Hîzbullah heta niha derbarê mijarê de daxuyanî nedaye.

Televîzyona dewletê ya Îsraîlê KAN di nûçeya xwe ya berê de diyar kiribû ku artêşa Îsraîlê guman heye ku balafireke bêmirov hewl bide derbasî Hayfayê bibe.

Di daxuyaniya nivîskî ya do ya berdevkê artêşa Îsraîlê de hat diyarkirin ku piştî hat tespîtkirin ku li ser sînorê Lubnanê hin nuqteyên çavdêriyê yên leşkerî hatin gulebarankirin, li herêmê bi tank û topan li dijî binesaziya Hîzbullahê bersiv hat dayîn.

Hat diyarkirin ku balafira bêmirov a çekdar a artêşa Îsraîlê (SÎHA) jî ji hewayê li hedefên Hîzbullahê da.

Ev herêm di van demên dawîn de bûye qada êrîşên dualî yên artêşa Îsraîlê û Hizbullaha Lubnanê.