Îsraîlê, êrîsê dibistana penaber tê de bûn: 22 kustî

21 September 2024 17:30 0 dîtin
Îsraîlê, êrîsê dibistana penaber tê de bûn: 22 kustî

PeyamaKurd – Li başûrê Xezayê Fîlîstîniyên ku ji ser axa xwe rabû bûn, hinek ji wan di dibistanekî de diman û dibistan di êrîşa Îsraîlê de ket ber êrîşê.

Di encamê de 22 Fîlîstînî mirin û 30 kes jî birîndar bûn. Heyva Sor ya Fîlîstînê (PRCS) dîmenên dema mirî û birîndaran dibirin nexweşxanê parvekir.

Wezareta Tenduristiyê ya Fîlîstînê mijarê piştrast kir. Wezaret serê sibê ragihand ku xebatkarên di depoyên wezaretê de dixebitîn, ketine ber êrîşa îsraîlê, 5 kes mirine

PRCS, dema mirî û birîndaran bir nexweşxanê, dîmenan parvekir û got:

“Tîmên Heyva Sor yên Fîlîstînê li bajarê Xezayê li taxa El-Zeytunê, dibistana El-Falahê kir hedef û piştî êrîşê me 5 mirî û 15 birîndaran neqil kir nexweşxanê.”

Li gor daxwuyaniyên Fîlîstîniyan; jimara miriyên Fîlîstînê ya îro 27 û ya birîndaran 45 e.