Îsraîl û Amerîka li dijî Îranê peymaneke girîng a stratejîk îmze dikin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîlê Yaîr Lapîd ji bo nehêlin Îran bibe xwedî çekên nukleerî peymaneke hevbeş îmze dikin.
Li gorî ragihandina ajansa Reutersê, rayedarekî rêveberiya Amerîka ya Joe Biden gotiye, dê peyman pêwendiyên ewlehî yên demdirêj di navbera Amerîka û Îsraîlê de berfirehtir bike.
Çavkaniyan diyar kiriye ku ragihandina vê peymanê pir girîng e, ji ber ku dê nehêlin Îran çekên nukleerî wergire û li pêş çalakiyên wê yên alozkirinê bisekinin, bi taybet jî gefên li dijî Îsraîlê.
Serokê Amerîka Joe Biden doh 13ê Tîrmehê di çarçoveya gera xwe ya Rojhilata Navîn de gihîştibû Îsraîlê û biyar e îro piştî hevdîtinên ligel berpirsên Îsraîlê civîneke çapemeniyê ya hevbeş ligel Yaîr Lapid saz bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin